Konfransa pêşxistina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê îro li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrên bazirganî û pîşesazî yên Îran, Iraq û Herêma Kurdistanê û çendîn rayedarên din ên her du aliyan dest pê kir.
Konfransê li Hola Şehîd Seid Ebdulah li bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir û Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyên Herêma Kurdistanê, Dara Celîl Xeyat gotara vekirina konfransê pêşkêş kir.
Piştî gotara Dara Celîl Xeyat, Wezîrê Plandanîn û Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Dr Elî Sindî gotara xwe pêşkêş dike.
Herwiha biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di konfransê de gotarekê pêşkêş bike.
Herwiha her îro ji bo beşdarîkirie di konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, şandeke payebilind a Hikumeta Iranê, bi serokayetiya Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Îranê Mihemed Şerîetmedarî gihîşte Hewlêrê û li firokexaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pilandana Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî ve hate pêşwazîkirin.
Herwiha di konferansê de, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Iraqê Mihemed Sûdanî û Nûnerê Serokomarê Îranê ji bo geşepêdana pevguhertinên bazirganiyê di navbera Îran û Iraqê Hesen Danayîfer û Balyozê Iranê li Iraqê Îrec Mescidî jî beşdar dibin.
Konfrans ji aliyê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Heêrma Kurdistanê ve hatiye organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin