Komên girêdayî Tirkiyeyê hunermendekî kurd û kurê wî kuştin

cîhadiyên terorîst hunermendê Kurd qetil kirin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku çekdarên komên Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) yên Tirkiye piştgiriya wan dike hunermendê kurd Ebdulqadir Kilîslî û kurê wî kuştine.

'Almanya xwe amade dike ji ber bombekirina kurdan firotina çekan bo Tirkiyeyê rawestîne'

Li gorî medyaya herêmî, çavkaniyên ji nava Efrînê ragihandiye ku "çekdarên komên sûrî yên li Efrînê hunermendê gelêrî yê kurd Ebdulqaidr Kilislî û kurê wî xalid luştine û termê wan daye malbatên wan."

Li gorî agahiyan, "Koma Ketaîb el Hemzeyê hunermendê kurd û kurê wî desteser kirine û li wan xistiye, paşê jî ew kuştine. Piştî wê jî ew radestî xizmên wan kirine."

Hunermendê kurd Ebdulqadir Kilîslî ji gundê Berdayê yê navçeya Şêrawaya Efrînê bû û temenê wî 51 salî bû.

Hêjayî gotinê ye ku ti daxuyaniyeke fermî ji ti aliyî ve nehatiye dan.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.