Girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî çû ber dara îdamê

îdam kirina ciwanên Kurd li Îranê didome
کوردستان TV
100%

Giriyekî din yê kurd çû ber dara îdamê! Birayekî wî girtiyê kurd dibêje, dibe ku dusibe were îdamkirin.

Girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî, ku havîna par li nêzîkî bajarê Sine bi birîndarî hatibû girtin, çend roj berê bi tohmeta ku li dijî rêjîma îslamî şer kiriye, bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Li gorî malpera Hengaw, Ramîn Husên Penahî ku di girtîgeha bajarê Sine de ye, îro danê sibê birine cihê îdamê.

Birayê Ramîn, Emced Husên Penahî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, dibe ku dusibe Ramîn îdam bikin.

Ramîn Husên Penahî, ku pêşmergeyekî Partiya Komele ya Kurdistana Îranê bû, par havînê li nêzîkî Sine di şerê pasdaran de birîndar bibû û dîl ketibû destê pasdaran.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.