Rêberê Tevgera Sedir îro ji helwêstê xwe yê berê ku piştevaniya xwe ji Ebadî re ragehandibû ku di dema pêş de jî bibe serokwezîr paşde gav avêt û got, hîn zûye behsa vê yekê bê kirin.
Berî naha Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di hevpeyvînek televîzyonê de ragehand, ku piştevaniyê li serokwezîrê Iraq a federal Heyder Ebadî dike ku cara duyem bibe serokwezîr.
Lê îro 01.05.2018ê Sedir, di bersiva yek ji mûridên tevgera xwe de, derbarê helwêstê naha yê li hember Ebadî û lîsteya Nesir de got: ‘’Emê piştre helwêstê xwe ragehînin, naha zû ye.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin