Moon: Divê xelata aştiyê ya Nobelê bidin Trump

daxwaz tê kirin ku xelata nobelê bo trump be
کوردستان TV
100%

Serokê Koreya Başûr Moon Jae In diyar kir ku jiber hewila Serokê Donald Trump ya bo bidawîkirina girjiya bi Koreya Başûr re, divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin wî.

Moon Jae In û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, heftyea borî di hilcivîneke dîrokî de kom bûbûn.

Karbidestekî payabilind yê Koreya Başûr diyar kir ku Moon di civata wezîran de gotiye ku ‘’Divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Trump. Em tenê hewcedarê aştiyê ne’’

Rêberên Koreya Bakur û Koreya Başur di civînê de bo bidawîkirina dijminiya li Nîvgirava Kore li hev kiribûn.

Piştî hilcivînê, her du rêberan di daxuyaniya hevbeş de gotibû ku ewê êdî li Nîvgirava Kore şer çênebe.

Serok Trump jî di rojên pêş de dê bi Kim Jong Un re bicive. Li ber e ku civîna her du serokan li sînorê Koreya Bakur û Koreya Başur li dar keve.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.