Îro 1ê meha gulanê Roja Kakerên Cîhanê ku her sal bi cejna karkeran dihê saxkirin, li Herêma Kurdistanê jî çendîn çalakiyên cuda bi vê helkeftê hatin li darxistin.
Li bajarê Hewlêrê Parita Komunîst a Kurdistanê meşeke cemawerî li dar xist û di nêv parka şar de li kêleka keleha dîrokî ya Hewlêrê komcivîneke cemawerî sazkir û tê de Sekretêrê Partiya Komunsît a Kurdistanê Kawe Mehmud gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li tevahiya karkerên cîhanê û Herêma Kurdistanê û lraqê kir. Herweha Mehmud bal kişande ser xebata Partiya Komunsît û çewaniya berevanîkirinê ji mafên karkerên Kurdistanê di çarçoveya doza rewaya gelê kurd.
Herweha Sekretêrê Partiya Komunsît a Kurdistanê behsa mafên serxwebûyna gelê kurd kir û got "eger gelê kurd serbixwe be ne tenê mafên karkeran wê bicî bîbin, herwiha wê mafên tev cûn û texên civaka kurdistanê bicî bîbin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin