Serokwezîrê berê yê Îsraîlê dibêje Îsraîl hertim hevsozê gelê Kurd bûye.
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Olmert di daxuyaniyek de diyar kir ku Îsraîl hertim hevsozê gelê Kurd û doza gelê Kurd bûye û ez bawerim ku Îsraîl li ser vê yekê û piştgîrî kirina Kurd berdwam be.
Ehud Olmert herwiha diyar kiriye ku niha rewşa giştî ya Rojhilata Navîn aloze û sedema vê yekê jî hewldanên Îranê ne yên li deverê de û Îran dixwaze hertim kiriyarên xwe yên terorîstî li deverê de yên ku bi rêya tevgerên terorîstî pêk tîne zêdetir bike.
Olmert di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku gotûbêjên li Amerîkayê yên li dor vekêşana hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê pêşhateke nebaşe jiber ku ew yek bandorê li ser eniya dijî Îranê li deverê de dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin