Sedema vê jî êrîş kirine ser Kurdane
Almanya xwe amade dike ku fiortina çekan bo Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî qedexe bike ji ber tirsa ku ev her sê dewlet wan çekan ji bo binpêkirina mafên mirovan bi kar tînin.
Li gorî nûçeya Independentê, çawa ew qanûn were pesendkirin, firotina çekan bo van her sê welatan dê were rawestandin.
Partiya demokratîk a Sosyal Die Linkeyê ev pêşnûmaya qanûnê pêşniyar kir û li gorî wê, nabe çek, alîkariya pisporane û amûrên têkilîdar bo wan hikûmetan bên firotin ku guman ji wan heye ku van çekan ji bo binpêkirina mafên mirovan bi kar tînin.
Li gorî pêşnûmayê, divê çek bo Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî neyên firotin ji ber rola wan di şerê Yemenê de û herwiha divê çek bo Tirkiyeyê jî neyên firotin ji ber ku hêzên kurdî li bakurê Sûriyeyê bombebaran kirin.
Eger ev pêşnûma were qebûlkirin dê ne tenê rê li ber peymanên siberojê bigire lê herwiha dê peymanên berê hatine îmzekirin jî bihewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin