Hevalekî nêzîkî yê kordînatorê berê yê Goranê Newşîrwan Mistefa dibêje, di nav Goranê de komek kes hene ku Iraqçîtiyê dikin û dibe ku Goran bo wan asankariyê bike.
Hevalê nêzîkî yê Newşîrwan Mistefa, Dr. Çiya Ebas di gotarekê de behsa hebûna hizra Iraqçîtiyê di nav Goranê de kiriye û gotiye, di nav xebat û kempênên hilbijartinên Iraqê de beşek ji namzed û endamên Goranê, bi enqest yan jî bi nezanî, Iraqçîtiyek xurt dikin! Ew nikarin rastiyên dîrokî û niha yên Iraq, kurd û Kurdistanê ji hev cihê bikin û şirove bikin.
Dr. Çiya Ebas her wiha gotiye, ew namzed û endamên Gorranê bi rengekî Iraqçîtiyê kar dikin û bi vê yekê nirx û serweriyên dîrokî û xebata netewî ya kurdan reş dikin û birînên bi sedan hezar welatî kûrtir dikin. Ew, navê Newşîrwan Mistefa xirab bikar tînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin