Pompeo daxwaza yekgirtina Kendavê û tundkirina sizayên ser Îranê dike

Amerîka û welatên Kendavê li ser givaştina gemaroyên ser Îranê lihev kirin
کوردستان TV
100%

Piştî civînên li Bruksel yên wezîrên derve yên endamên NATO, wezîrê derve yê nû yê Amerîka Mike Pompeo, bi seredanek kurt çû Erebistana Seûdî.

Li Riyad paytexta Seûdî Pompeo daxwaz ji welatên Kendavê kir da ku yek bigrin û li hember gefên Îranê xwe bihêz bikin.

Brian Hook, şêwirmendê di asta bilind de ku, di geşta Rojhilata Navîn de, bi Mike Pompeo re ye, li Riyad bang li hemû welatan kir li seranserî cîhanê da ku li hember Îranê rawestin û sizayan ser bernamê wê yê mûşekan tund bikin.

Brian Hook, ev yek ji Riyad ragihande raya giştî ku em daxwazê ji hemû welatan dikîn li seranserî cîhanê ku beşdariyê di sizyaên ser bernamê mûşekên Îranê de bikin û vê daxwazê ciyekî berfireh girt di danûstendinên li gel Ewrupa de"

Pompeo, di seredana Sê rojî ya Rojhilata Navên de, dê seredana Sê welatan bike, sizayên ser Îranê armanca pêşîn ya yekemîn geşta Mike Pompeo ye, piştî weke wezîrê derve yê Amerîka hat wezîfedar kirin, di seredana xwe ya li Bruksel qesta Rojhilata Navîn kir, ji Erebistana Saûdî Pompeo dê seredana Îsrailê û Urdonê jî bike.

Roja Înê Pompeo got bû, heta nihe serok Trump biryara derketina ji pêkhatina navokî ya ligel Îranê nedaye, herwiha got, danûstendinên derbarê vê mijarê de tên berdewam kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.