Li Hewlêrê xortekî bavê xwe kuşt û dêy axwe jî birîndar kir

xwe û dêya xwe jî bi dijwarî birîndar kiriye
کوردستان TV
100%

Li taxa Hevalan a bajarê Hewlêrê xortekî bi kêran êrîşî dê û bavê xwe kir ku bav jiyana xwe ji dest da, dê jî birîndar bû.

Polîsê Hewlêrê li ser bûyerê ragihand ku vê sibê polîs bi hebûna bûyereke kuştinê hatiye agahdarkirin, tîma polîsan yekser gihiştiye cihê bûyerê û derketiye holê ku zilamê bi navê H.A.T (31) bi kêran êrîşî dê û bavê xwe kiriye.

Hat zanîn ku di encamê êrîşê de, wî xortî bavê xwe Îbrahîm Taha kuştiye û diya xwe ya bi navê Sebriye bi giranî birîndar kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.