Mamosteya Werzîşê Zozan Beşîr Silêman ji aliyê çekdarên cîhadîst ên girêdayî artêşa tirk ve li xaleke kontrolê ya li Efrînê hat desteserkirin û ber bi cihekî ne diyar ve hat revandin.
Mamosteya Werzîşê Zozan Beşîr Silêman (30) ku di Efrînê ye, li xaleke kontrolê ya nêzî Efrînê ji aliyê çekdrên cîhadîst ên girêdayî artêşa tirk ve li gel malbata xwe hat rawestandin. Çekdarên cîhadîst malbata Silman berdan û ew mamosta Kurd girtin û ber bi cihekî ne diyar ve revandin.
Piştre ji malbata Silêman re hat gotin ku keça wan derbasî bajarê Kilîsê kirine lêbelê malbata mamosteya Kurd keça xwe li wî bajarî jî nedîtin.
Heta niha nayê zanîn ka çima mamosteya Kurd hatiye girtin û li ku derê tê girtin. Malbata Silêman daxwaza berdana keça xwe dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin