Mijara teslîmkirina balafirên F-35 di navbera Tirkiyê û Amerîka de gelek cara bûde sedema niqaşê. Carna Amerîka naxwaze balafiran bifroşe Tirkiyê û carna fikra xwe diguhêre.
3 sanatorên Amerîkî reşbeleka qanûnekî dan senatoya Amerîka da balafir bo Tirkiyê neyên teslîmkirin. James Lankford,Thom Tillis û Jeanne Shaheen. Her sê îmza xwe danîn binê daxwaznameya qanûn.
Sedema ku naxwazin balafir teslîmê Tirkiyê bêkirin yek jê ew ku papazê Amerîkî Andrew Brunson li Tirkiyê girtiye. Senator Lankford di beyana xwe de got papaz Brunson bê sebeb li Tirkiyê zîndaniye û Tirkiye her diçe xwe nêzî Rûsyayê dike. Bi van sedeman talûke heye ku balafirên F-35an teslîmê Tirkiyê bikin.
Tirkiye plan daniye ku 100 balafiran ji F-35an bikire û 2 ji wan wê îsal bên teslîmkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin