Ji ber şer û pevçûnên navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê, pênc gundên bajarokê Sîdekan a ser bi qezaya Soranê ve hatin valakirin û xelkên wan gundan koçber bûn.
Îro Înê 27ê Nîsana 2018 di saet 13:30an de li sînorê pênc gundên bajarokê Sîdekan a ser qezaya Soranê ve, şer û pevçûneke dijwar di navbera gerîllayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de derket û di encam de gundên Lêlkan, Xelîfan, Goreşa, Tarekan û Nawmêrgan vala bûn û xelkên wan koçberî Sîdekan û derdora wê bûn.
Di vê derbarê de Rêveberê Nehya Sîdekan Îhsan Çelebî diyar kir ku ji şeva borî ve balefirên çavdêriyê yên Tirkiyê kêliyekê jî esmanê navçeyê bicîh nehiştin û ji saet 12:00ê nîvro ve jî bi topên dûravêj navçe tê topbaran kirin."
Îhsan Çelebî wiha axifî: "Di saet 13:30 deqîqe de leşkerên Tirkiyê xwestine axa Başûrê Kurdistanê bibezînin û di encamp de rûbirûyê gerîllayên PKKê bûne û şer û pevçûn di navbera wan de derketiye. Şer niha li nêzîkê gundên Lêlkan û Xelîfan bûye û bi vêna jî ligel wan herdû gundan, gundên Goreşan, Tarekan û Nawmêrgan jî vala bûne."
Li gor Rêveberê Nehya Sîdekan, niha Artêşa Tirkiyê bi du balefirên şer navçeyê borduman dike û evna jî bûye sedeme ku tirseke zêde li ba xelkê deverê çêbibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin