Di civîna wezîrên derve yên 29 welatên endamên Hevpeymana NATOyê de, ku li Bruksela paytexta Belcîka tê lidarxistin, wezîrên derve yên her yek ji Holenda, Belcîka û Litwanya, ragihandin, ku ewê li ser rahênana Hêzên Pêşmergên Kurdistanê berdewam bin.
Berî destpêkirina wê civînê, di kongirekî rojnamevanî ew her sê wezîr diyar kirin dubare ava kirina hêzên pêşmerge bi awayekî serdemiyane û pêşkeftî bo me gelek girînge lew re em berdewam dibin li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge û bo vê yekê jî plan û projeyên me hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin