Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê bi berpirsên pilebilind ên Kongreya Amerîkayê re hevdîtin pêkanîn.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman di derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo Washingtonê de li ser hesaba xwe ya medya civakî daxuyaniyek da û got, şanda Kurdistanê ku Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên û Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê tê de ne, bi berpirsên bilind ên Kongreya Amerîkayê re civîn pêkanîne.
Şanda Kurdistanê di hevdîtina bi Asîstanê Taybet ku Berpirsê Ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîkayê ye Michael Bell re Rewş û kêşeyên li Kurdistan, Iraq û bi giştî li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Herwiha di civînên li gel berpirsên amerîkî ên din re jî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Iraqê, şerê li dijî terorê, aborî û piştgiriya zêdetir bo pêkhateyên olî û etnîkî yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Şanda Kurdistanê li gel Cîgirê Wezîrê Berpirsê Kar û Barên Ewlekariya Navdewletî yê Wezareta Parastinê Robert Kareem civiya û di vê civînê de şanda Kurdistanê ji ber piştgirî û alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Piştre şanda Kurdistanê li gel endamên Kongreya Amerîkayê yên Komarparêz û Demokrat re civiyan û hevdîtinek jî li gel endamên Kongreyê ku Nûnerê Kurd Amerîkan ê Kongreyê Ralp Abraham hevserokatiya wê dike jî pêk hat. Şanda Kurdistanê li gel Endamê Kongreyê Will Hurd, Senator Bob Menendez, Endamê Kongreyê Ron DeSantis, Paul Ryan û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Jeff Dressler jî civiya.
Herwiha Şanda Hikûmeta Kurdistanê li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo şerê li dijî DIŞIê Brett McGurk, Asîstanê Cîgirê Wezîrê Derve yê ku berpirsê kar û barên Iraq û Îranê ye Andrew Peek, Balyozê Azadiya Olî ya Navdewletî yê ofîsa Azadiya Olî a Navdewletî ya Amerîkayê Sam Brownback, Cîgirê Asîstanê Cîgirê Wezîrê Derve ku berpirsê kar û barên penaber û nifusê ye Carolyn Thompson, Balyozê Ofîsa Karker, Mafê Mirovan û Demokrasiyê Michael Kozak, Cîgira Sekreterê Giştî yê berpirsê kar û barên siyasî û leşkerî Tina Kaidanow, Cîgirê Sekreterê Giştî yê kar û barên Ewropa û Ewrasyayê Jonathan R. Cohen, Wekîlê Cîgirê Wezîrê Derve yê berpirsê kar û barên Sûriyê ye Ethan Goldrich û Dîrektorê kar û barên Iraqê Peter Shea civîn pêkanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin