Malbata Şêx Mehmûd haşa ji çend kesên xwe kirin ku bûne namzedên lîstên iraqî

li ser xwe kandîd kirin çend endamên xwe red kir
کوردستان TV
100%

Malbata Şêx Mehmûdê Hefîd xwe ji birayekî xwe û kesekî din ê ser bi vê malbatê ve ku bûne berbijêrên lîsteke erebî, beraet kirin û haşa ji wan her du kesan kirin. Malbata Şêx Mehmûd ragihandiye: Neku bira, lê belê her kesek ji malbata wan karekî bike ku berovajiyê xwasteka me û gelê me be, em dê haşa ji wan bikin.

Çend kesên ser bi malbata Şêx Mehmûd Berzincî piştgiriya lîsta erebî ya Bizava Hikme ya bi serokatiya Emar Hekîm dikin û li ser lîsta wê bizavê li bajarê Silêmaniyê bûne namzedê hilbijartinên parlamentoya Iraqê.

Têkildarî vê mijarê Mehmûd Hefîdzade neviyê Şêx Mehmûdê Berzincî daxuyaniyek belav kiriye û têde haşakirina malbata ji wan kesan ragihandiye.

Di daxuyaniya xwe de ku li ser tora civakî ya facebookê hatiye belavkirin, Mehmûd Hefîdzade dibêje: “Ev Îsa navê ku bi navê Şêx Mehmûdê Hefîd bangeşeya hilbijartinê ji xwe re dike di Bizava Hikme de, dûr û nêzîk tiştekî me nîne û me agahdar jî kiriye ku careke din karên wisa dubare neke û bi ti şêweyekê em jê qebûl nakin û em dê wî rûbirûyl dadgehê û yasayê bikin.”

Mehmûd Hefîdzade herwiha behsa birayekî xwe dike ku bûye endamê Bizava Hikme ya Emar Hekîm û tekez dike: “Ev rê û rêbaza ku wî û hevrêyên wî girtine pêşiya xwe, ti xaleke hevbeş di navbera xebat û rêbaza Şêx Mehmûd û şoreşa wî û rêbaza wan de nîne û wan bi hev ve girê nade. Herwiha ez hevwelatiyên xoşdivî agahdar dikim ku Mistefa yê birayê min ku tevlî refên Biza Hikme bûye, ne dûr û ne nêzîk pêwendî bi me û ne jî bi malbata Hefîd ve nîne.”

Neviyê Şêx Mehmûd di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser birayê xwe Mistefa dibêje: “Em nîgeranin ji wan kar û kirdarên wî û em naxwazin ji ber vî helwestî, dîroka pak  xebata sedsale ya vê malbata bihê lekedarkirin.”

Bi gotina neviyê Şêx Mehmûd, “eger her takekê/î Kurd jî reftareke hevşêwe bike, dê me heman nêrîn û helwest hebe, di dîtina me de her kudekî xwedan helwest û dilsozê Kurdistanê, neviyê Şêx Mehmûd e, çimku Şêx Mehmûd xebat ji bo mafên rewa yên netewa Kurd kir û ji bilî ‘serxwebûna Kurdistanê’ ti armanceke din a wî nebûye.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, neviyê Şêx Mehmûd soz dide, ku malbata wan dê berdewam di eniya gel û niştiman de be û radigihîne: “Bila hemû cemawerên Kurdistanê bizanin ku em ji wan core kesan dûr in, em soz didin ku her weke hemêşe di eniya gel û xebata kurdayetiyê de ne û bi şanazî ve jî em berdewam dibin li ser xizmeta gel û niştimanê xwe, heta gihîştina bi armanc û hêviyê şêxê nemir û netewa Kurd.

Serkevtî be îradeya gelê Kurd û serşorî bo her kesekê/î ku di ber destkevt û saman û postan de pişt dikin niştiman.”

Bizava Hikmeya Niştimanî partiyeke nû ya Iraqî ye û ji Encûmena Bilinda Îslamî cuda bûye û Emar Hekîm serokatiya wê dike. Emar Hekîm di gotarekê de ku roja Duşemiyê 24ê Nîsana 2017ê li Bexdayê pêşkêş kir, bi awayekê fermî destberdana xwe ji Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê aşkere kir û partiya xwe ya nû ragihand.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.