Mesrûr Barzanî: Kes nikare mefê me yê diyar kirina çarenivîsê ji me bistîne

Mesrûr Barzanî dibêje ewin ku dijî referandûmê bûn nikarin li Bexdayê mafên gelê Kurd biparêzin
کوردستان TV
100%

Endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî bang li alîgir û endamên partiya xwe her wiha xekê Kurdistanê kir deng bidin wan namzedan ku bikarin serkirdetiya xebata rizgariya Kurdistanê bikin.

Îro li Hewlêrê PDKê mîtîngek bo nasandina namzedên xwe yên parlamentoya Iraqê li dar xist. Di mîtîngê de endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî axivî.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê girîngin û got, hûn dizanin me referandûmek kir bo ku em qedera xwe destnîşan bikin lê mixabin bi xiyaneta hinek aliyan, encamên referandûmê bicîh nehat. Lê nayê wê wateyê ku referandûm dê pêşiya xebata me bigire…Emê niha jî nûnerên xwe bişînin Bexdayê û li wir berevaniya mafên xwe bikin.

Mesrûr Barzanî bi tundî êrişî wan partî û kesan ku li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn û got, di dema referandûmê de hevrikî li ser wê yekê hebû ku kê zêdetir were dîtin û derkeve ser ekrana televîzyonê. Niha jî ewên ku bûne sebeba astengkirina encamên referandûmê, dibêjin referandûm tiştekî xelet bû! Lê bila ew bizanin ku referandûm ti carî rastî şikestinê nehatiye û nikarin mafê me yê çarenivîsê ji me bistînin.

Wî endamê polîtburoya PDKê bang li alîgir û endamên PDKê her wiha xelkê Kurdistanê kir ku deng bidin wan namzedan ku bikarin serkirdetiya xebata rizgariya Kurdistanê bikin û got, beriya ku hûn deng bidin, hizir bikin ka kê dikare maf û kerameta we biparêze.

Piştî axaftina Mesrûr Barzanî, namzedên PDKê yên devera Hewlêrê hatin ser dikê û silav li alîgir û endamên PDKê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.