Gundê Kotana ku ser bi bajarokê Bilbilê yê Efrînê ve ye, heta niha ji nişteciyên wê vala ye.
Gundê Kotana ku ser bi bajarokê Bilbilê yê Efrînê ve ye heta niha ji nişteciyan vala ye. ji 12ê Adarê ve girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê dest danîne ser wî gundî û heta niha rê nadin ku ti kesek vegere ser mal û milkê xwe.
Gundê Kotana ji zêdetirî 200 malan pêk tê. Heta niha tevahiya nişteciyên gund ên resen derbider in. Derdora 20 malbatan li gundê Qerîgolê, 30 malbat li Efrînê û yên din jî li her du bajarokê Nubul û Elzehrayê yên di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de koçber in.
Li Gundê Kotana berî êrîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, tevgera xelkê û jiyana rojane geş û çalak bû û hejmara nişteciyên wê berî êrîşên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, 3000 kes bû. Lê niha gund bi tevahî vala ye û rêya vegerê li pêş gundiyan bi tundî girtî ye.
Gundê Kotana ser bi devera Bilbilê ya herêma Efrînê ve ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Efrînê û 10 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e rûberê gund jî 683 hektar e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin