Partî û aliyên siyasî yên tirkmenên herêma Kurdistanê biryar dan, deng bidin lîsteya PDKê û sedemê wê jî wek parastina mafên xwe yên li herêma Kurdistanê û rijdbûna Serok Barzanî ya ji bo mafên netewa wan nîşan dan.
Li gor daxuyaniya 6 partî û aliyên siyasî yên tirkmenên dibêjin ku herêma Kurdistanê cîhê yekrêzî û tebayî û pêkvejiyanê ye bo hemû pêkhateyan. Heman demê de dijminên me û xêrnexwazên gelê Kurdistanê hewldanên xwe yên plan darêjandinê berdewam bûn û bo têkdana wê peyvendiya dîrokî ya di navbera pêkhateya kurd û tirkmenan de. Hikûmetên li dû hev ên Iraqê jî hewl dan dûrxistinê di navbera wan pêkhateyan de pêkbînin û netewa tirkmen bêbeş bikin ji hemû mafên xwe yên rewa yên li Iraqê. Heta raperîna adara 1991ê ku nexşeya siyasî û erdnîgarî li Iraqê guherî û piştî helbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêkhateya tirkmen jî karî beşdar bibe di proseya siyasî ya herêma Kurdistanê, karî hemû maf û destkevtên netewî yên xwe di hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bidet bîne. Di sayeya siyaseta hekîmî ango bijîşkî ya herêma Kurdistanê, seqamgiriya ewlehiyê û asayîşê ku tê de maf û azadiyên hemwelatiyan û mafên neteweyên din jî parastiye.’’
Heman daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî darijandina reşnivîsa destûreke nû li Iraqê ku hemaheng be li gel mafên hemû netewan û rijdbûna Serok Barzanî ya ji bo teqez kirina mafê netewî yên tirkmenan li destûra Iraqê û ji ber wê wek partî û aliyên siyasî yên tirkmenan li herêma Kurdistanê bo rêz girtina li pêkvejiyana pêkhateya kurd û tirkmenan, biryar hatiye dayîn ku em deng ji lîsteya 184ê ya PDKê re bidin. Em daxwazê ji gelê tirkmen dikin, dengên xwe bidin lîsteya PDKê. Ji ber mafên me yên netewî di wê lîsteyê de parastî ne.
Partî û aliyên ku navê wan di wê daxuyaniya hevpar de heyî:
1- Partiya Çaksaziya Tirkmen
2- Partiya Geşepêdana Tirkmen
3- Partiya Rizgariya Neteweya Tirkmen
4- Partiya Demokrat a Tirkmenan
5- Komeleya Rewşenbîriya Tirkmen
6- Komeleya Lîberal a Tirkmen
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin