Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) rapora azadiya medya ya sala 2018’an weşand.
Li gor raporê, dijminiya ser rojnamevanan zêde dibe û îqlima nefretê ji berê pirtir xuya dibe.
RSF’ê diyar kir ku li gelek welatên wek Tirkiye û Misirê ‘’fobiya medya’’ bi awayekî eşkere heye û rojnamevanên wir bi terorê tên tawanbar kirin û kesên nerazîbûnan nîşan didin jixweber tên girtin.
Rapora RSF’ê dide zanîn ku hin rêberên ku bi rêkên demokratîk hatine hilbijartin, êdî medyayê wek bingeha demokrasîyê nabînin, lê wek ku dijminek be, dijî wê gotinên bi kîndarî dibêjin.
Di rêza azadiya medya de li pêşiyê Norwec heye ku par jî di rêza yekê de bû. Li dû Norwecê, Swêd, Hollanda, Fînlandiya, Swîsre, Jamaîka, Belçîka, Zelanda Nû, Danîmarka û Kosta Rîca tê.
Di raporê de, Koreya Bakur li herî dawî ye û berî wê jî Erître, Turkmenîstan, Sûriye, Çîn, Vîetnam, Sûdan, Cîbutî, Kuba û Gîneya Ekvator tê.
Amerîka di raporê de li rêza 45’an e. RSF bal dikşîne ku Amerîka, piştî seroktiya Donald Trump du rêzan bi şûnde çûye. RSF bi bîr xist ku Trump bo rojnamevanan gotiye ‘’dijminên gel’’, ku ew gotina rêberê berê yê Sovyetê Joseph Stalin jî gotibû.
Li gor raporê welatên berê yên Sovyetê û Tirkiyê, pêşengên dijî azadiya medya ne. RSF dide zanîn ku li Rûsya û Tirkiyê, azadîya medya ewqas bi şûnde neçûye. RSF diyar kir ku jiber bandora her du welatan ya li derdoran wan, rewşa dijî azadiya medya fikaran çêdike.
Di raporê de ser Tirkiyê hat gotin ku ‘’bo rojnamevanan girtîgeha herî mezin ya cîhanê ye’’. Li gor raporê Tirkîye îsal du rêzan bi şûnde çûye û bûye welatê 157’an.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin