Li Rojhilatê Kurdistanê ev dih roj in ku protesto dewam dikin

daxwaza vekirina deriyên sînorî tê kirin
کوردستان TV
100%

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku tixûbên bi dewletên cîranan re vebin ev dih roj in ku protesto dewam dikin. Ji bo ku Hikûmeta Îranê tixûban ji kolberan re veke û şert û mercan baştir bike, gelê ku protestoyan dikin, 20 roj muhlet dane hikûmetê.

Ev dih roj in ku li bajarên Ciwanro, Banê, Merîwan, Bokan, Mehabad, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê protesto dewam dikin û esnaf jî dikanên xwe venakin. Esnafan jî bang li hikûmetê kir ku ji bo kolberan tixûban vekin.

Pasdarên Îranê ji bo ku gel ji hev belav bikin, bi hewa ve guhelyên xwe barandin.

Li gorî muxalefeta Îranê, ji ber ku feqîrî, bertîl û îhlalkirina mafên mirovan pir zêde bûye; ev protesto têne lidarxistin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.