Hat ragihandin ku ji ber fuara zêr û gewher firînên navbera Amed û Hewlêrê piştî 8 mehan di 27ê Nîsanê de dîsa dest pê dikin.
Li gor zanyariyên berdest, ji ber fuara zêr û gewher firînên navbera Amed û Hewlêrê piştî 8 mehan di 27ê Nîsanê de dîsa dest pê dikin. Firînên Amed û Hewlêrê piştî biryara lidarxistina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibûn rawestandin.
Piştî 8 mehan firînên hewayî yên Amed û Hewlêrê dest pê dikin. Firîn di 27ê Nîsanê de têne destpêkirin û piştî destpêkê bi du rojan çûnûhatin bi awayekî rêkûpêk wê dewam bike.
Hikûmeta navendî ya Bexdayê di 29ê Îlonê de firînên hewayî yên balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rawestandibû. Piştî hevdîtinan firînên bi awayekî qismî hatin destpêkirin. Firîna pêşî ya Stenbol û Hewlêrê jî di 26ê Adarê de dest pê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin