Yekem emeliyata transplantasyona penîs û testîsan hat kirin

li cîhanê ew yekem care ew emeliyat tê kirin
کوردستان TV
100%

Yekem emeliyata transplantasyona testîs û penîsî ji bo leşkerekî amerîkî hat kirin ku li Efanixstanê di encama teqîna bombeyekê de birîndar bûbû. Bijîşk dibêjin ku ti asteng li pêşberî wî tine ku jiyana xwe ya cinsî bi awayekî asayî dewam bike.

Li Amerîkayê 11 bijîşk bêtirî 14 saetan yekem emeliyata transplantasyona penîs û testîsan bi awayekî serkeftî pêk anî. Ev emeliyat li zanîngeha Johns Hopkinsî ya bajarê Baltimoreê yê wîlayeta Marylandê pêk hat ku ji bo leşkerekî amerîkî hat kirin. Ew leşker li Efxanistanê pê li bombeyekê kiribû û di encamê de birîndar bûbû.

Penîs û testîs û beşek ji çermê zikî yên ji donorekî mirî hatibûn girtin di emeliyatê de hatin bikaranîn. Bijîşk dibêjin ku ti asteng li pêşberî wî tine ku jiyana xwe ya cinsî bi awayekî asayî dewam bike.

Bijîşkan di 26ê Adarê emeliyat pêk anî û hat ragihandin ku leşker dê di 6 heta 12 hefteyan de bi temamî baş bibe. Tê payîn ku leşkerê nexwestiye navê wî were eşkerekirin vê hefteyê ji nexweşxaneyê derdikeve.

Zanîngeha John Hopkinsê gotarek weşand ku leşkerê amerîkî tê de wiha dibêje:"Gava ku ez şiyar bûm, di dawiyê de min xwe wek kesekî asayî hîs kir. Ez niha baş im".

Transplantasyona yekem a penîsî sala 2014an li Başûrê Afrîkayê çêbûbû. Tê zanîn ku ji sala 2016an ve emeliyatên trasnplantasyona penîsî li Amerîkayê tên kirin.

Tendûrûstî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.