Konseya Ewrûpayê bangî Tirkiyeyê kir: Hilbijartinan paş bixin

YE daxwazek pêşkêşî tirkiye dike
کوردستان TV
100%

Meclisa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê (AKPM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê ji bo ne li gor krîterên Ewrûpayê ne divê werin taxîrkirin.

Komîsyona Kontrolker a Meclisa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê li Strasbourgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku guherandina qanûna hilbijartinê berî biryara hilbijartinê bi mehekê, dewamiya Rewşa Awarte, guman û ewlehiya hilbijartinan û biryara pusulayên bêmor dide nîşandan ku hilbijartin ne di rewşeke demokratîk de derbas bibe."

Komîsyonê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Li gor pergala hişlbijartina nû ketina polîsan a ofîsên hilbijartinê cihê endîşeyê ye. Dema ku em şert û mert li ber çav werin girtin îhtîmala ku hilbijartin di rewşeke demokratîk de derbas bibe gelekî kem e û dê meşrûiyeta encam were pirsîn. Divê hilbijartin were paşxistin."

Tu mûeiyîdeyeke biryara komîsyona Ewrûpayê tuneye, lê li seranserê Ewrûpayê biryarên Komîsyona Kontrolker a Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê wek referans tê dîtin û sazî û dezgehên fermî jî piştgiriyê didin.

Piştî biryara Komîsyona Kontrolker nayê gelo dê Ewrûpa ji bo hilbijartina Tirkiyeyê çavdêran bişîne an na. Tirkiye jî yek ji endamê Konseya Ewrûpayê ye û bi 18 parlamenteran tê temsîlkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.