Erdogan: Rewşa awarte çareserîyeke cidî ye

erdogan pesna rewşa awarte dide
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna AKP de diyar kir ku rewşa awarte (OHAL) ''çareseriyeke cidiye.

Erdogan da zanîn ku berê di demên Rewşa Awarte de karkeran grevên xwebirçîkirinê li dar xistin, lê niha wisa nabe.

Erdogan got: Tevî Rewşa Awarte ya heftan jî ma li ti saziyan greva xwebirçîkirinê li dar ketiye? Gava grev hebe, em tavilê bi rêkên Rewşa Awarte mudaxale dikin. Rewşa Awarte çareseriyeke cidî ye, li Tirkiyê sanayî ranewestiyaye.

Erdogan ser hilbijartinê jî dîyar kir ku dijî wî ‘’tifaqe dijmane’’ tê çêkirin û hin kes li dora rikeberîya sereke kom dibin.

Erdogan bang li Serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP) kir ku bo hilbijartina serokkomariyê bibe berendam û derkeve pêşberî wî.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.