HSD: Operasyona li dijî DIŞIê ya li Dêre Zorê dest pê nekir

HSD dibêje hîn jî operasiyon destpê nekiriye
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike operasyona xwe ya li dijî DIŞIê rawestandibû, dihat gotin ku li Dêre Zorê ew dê dîsa dest bi operasyona li dijî DIŞIê bike lê operasyonê dest pê nekir.

Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Spûtîkê re axivî û da zanîn ku HSDê li Dêre Zorê li dijî DIŞIê tu operasyon nedane destpêkirin.

Li gorî agahiyên berdest HSD ya ku pêşengiya wê YPG dike ji ber şerê Efrînê hêzên xwe yê li rojhilatê Dêre Zorê kişandibûne Efrîne. Medya erebî îdiâ kiribû ku HSD dê cardin dest bi operasyona li dijî DIŞIê bike lê Hêzên HSDê ev agahî pişt rast nekir.

Têkildarî mijarê Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Spûtnîkê re axivî. Balî li ser îdiayên ku HSDê dê li Dêre Zorê operasyona li dijî DIŞIê cardin bide destpêkirin got, ne rast e. Herwiha Balî teqez kir ku di warê destpêkirina operasyona li dijî DIŞIê tu daxuyanî nedane. Îdiaya ku dê di demeke nêz de li dijî DIŞIê operasyonek were destpêkirin ne rast e.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Adara bihûrî ji ber operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê operasyona xwe ya li dijî DIŞIê rawestandibû.

Bajarê Dêrê Zorê yê li qeraxa çemê Firatê sala 2014an ketibû destê DIŞIê. Bajar par ji aliyê artêşa Sûriyê ve ji DIŞIê hatibû paqijkirin. HSDê li bejahiya rojhilatê bajêr li hemberî DIŞIê têdikoşiya.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.