Komîteya Peywendiyên Derve ya Senato, berendamiya bo wezareta derve ya Serokê CIA'yê Mike Pompoe, dijî 9 deng bi 11 deng pejirand.
9 Demokratên Komîteya Peywendiya Derve berendamiya Pompeo red kirin û Demokratek jî tevlî dengdanê nebûn. 11 Komarî berendamiya Pompeo pejirandin.
Dengdana din ya bo berendamîya Pompeo dê li Senato li dar keve. Eger Senato jî berendamîya Pompeo bipejirîne, ew dikare roja Înê wek wezîrê derve beşdarî civîna NATO bibe.
Serokê Amerîka Donald Trump di 13’ê Adarê de Rex Tillerson ji wezîrtiya derve dûr xistibû û li şûna wî Mike Pompeo wek berendam raber kiribû
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin