Amerîka piştgîriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike

Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkî behsa rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkayî civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî yaku ji pêkhateyeke dîplomatîkî û leşkerî pêk hatibû û ji aliyê General Paul Funk dihat Serokatî kirin, kir.

Di civînê de rewşa deverê, têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê yên di warê cuda cuda de hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de şanda Amerîkî ew yek diyar kir ku weke kiyaneke destûrî piştgîriya kurdistaneke bihêz û yekgîrtî dikin û dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bikin.

Derbarê metirsiya dubare ser hildana kiriyarên terorîstî şanda Amerîkî piştgîriya xwe bo hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Îraqê diyar kir û ragihand ku  ew dixwazên ew hemahengiya han li tevahiya deveran were pêşdebirin.

Her di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser pêwîstiya hevkariya pir alî kir daku bilez derfeta dubare normal kirina rewşê were afirandin û bi çareseriya kêşeyên siyasî, îdarî û destûrî, sedem û derfetên dubare serhildana tundûtîjiyê were ji navbirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.