Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Australiyayê li Îraqê kir

Kurdistan û Avustiraliya têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza nû yî Australiyayê li Îraqê  Joanne Loundes û şandeka pê re kir.

Loundes bi xuyakirina kêfxweşiya xwe ji bona serdan kirina Herêma Kurdistanê û tenahî û asayişa wê,  ji bo berhingar bûna teror, parastina pêkhatitiyên Îraqê û hembêz kirina hijmareka zêde ya koçber û penaberan destxweşî  li Pêşmerge û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Balyoza Australiyayê xwesteka welatê xwe ji bo berfireh kirina tîkiliyên tevî Herêma Kurdistanê nişan da û amaje bi diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê û çareser kirina hin pirsgirêkan, sedema vegeriyan bawerî  ji bo deverê kir ku dibe haydanek ji vê yekê ku sermayedarên welatê wî li warên cuda li Herêma Kurdistanê û Îraqî weber anînê bikin.

Serokwezîr  bi spas kirina Balyoza Australiyayê, hêviya serketinê jê re xwest û amaje bi giringiya têkiliyên tevî Ustraliyayê û wan derfetên berfireh kir ku li Herêma Kurdistanî ji bo avedan kirina beşên din yên Îraqê heye, bi taybetî tenahiya Herêma Kurdistanê û yasa yên jêhatên wê  ji bo sermaye razandinê ji bo pêşeroja Îraqî gelek giring in.

Herwiha bal kişande ser hilbijartinên Îraqê û qunaxa piştî hilbijartinê, hemahengî û alîkariya berdewam navbera Hewlêr-Bexdayî ji bo rê girtin ji dubar serhildana tundiyê, gavên erênî ji bo çareser kirina pirsgirêkan û hêviya berev pêş çûna gavên pitir xwest.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.