Li Ormiyê 5 girtiyên kurd hatin îdamkirin.
Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 girtiyên kurd hatin îdamkirin.
Îro danê sibê li girtîgeha bajarê Ormiyê, 5 girtiyên ku bi tohmeta kuştina bi enqest bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, hatin îdamkirin.
Tenê nasnameya du ji wan hatiye ragihandin. Navê yekê Teyîb şêx Nejad Mukrî (28 salî) û xelkê bajarê Şino bûye, navê yê din jî Qadir Mihemed Hesen xelkê bajarê Ormiyê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin