Almanya: Em rê nadin berpirsên Tirkiyeyê

welatên ewrûpî dubare hişdarî dan Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Piştî Avusturya û Holandayê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî di axaftina xwe de ragihand ku em destûrê nadin Tirkiye helmeta xwe ya hilbijartinê li dar bixe.

Li gor nûçeya DW Tirkiyê, piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dê ji bo progandeya hilbijartinê serdana Ewropayê jî bikin, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas bersiv da û got: "Em destûrê nadin ku biyanî li Almanyayê helmeta hilbijartinê bimeşînin."

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got: "Di vê meseleyê de helwesta me zelal e. Berî hilbijartinê bi sê mehan em destûrê nadin li Almanyayê helmet û bangeşeya hilbijartinê were kirin. Ji kîjan welatî be jî ferq nake û ji bo her kesî derbas dibe. Hêvî dikim bûyerên salên borî dubare nebin û ev nîqaş ne di berjewendiya herdu aliyane de jî."

Heiko Maas di 24-25ê Nîsanê de li New Yorkê di lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinekê pêk bîne û dibe di wê hevdîtinê de jî ev mijara qedexeyê were rojevê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.