Serokwezîrê Ermenistanê Serj Sarkisyan piştî berfirehbûna xwepêşandanan dest ji kar berda.
Li Ermenistanê piştî ku Serj Sarkisyan piştî ku maweyê serokatiya wî ya 10 salan bi dawî bû û bo heyama nû jî weke serokwezîr hat hilbijrtin û karbidestên wî jî hatin zêdekirin, partiyên opozîsyonê û xelkê dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Ew xwepêşdananên xelkê yên li dijî Sarkisyan ku îro leşker jî beşdar bûbûn, ev 10 roj bûn berdewam dikirin û îro hat ragihandin ku Serj Sarkisyan dest ji kar berdaye.
Di xwepêşandanan de serokên opozîsyonê jî di nav de zêdetirî 200 kes hatibûn desteserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin