Amerîka ji Iraqê xwestiye ku hêzên Pêşmerge derbasî Kerkûkê bibin

Amerîka ji parêzgarê kerkûkê re gotiye pêşmerge vê vegere kerkûkê
کوردستان TV
100%

Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Qasim Hemze eşkere kir, Rakan Cibûrî ku Bexdayê ew li şûna parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daniye, serdana Bexdayê kiriye, daku ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bêje, ku şandeke Amerîkî ji wî xwestiye hêzên Pêşmerge li Kerkûkê vegerin.

Qasim Hemze diyar kir, ku "Duh êvarî 22/4/2018an, li avahiya parêzgeha Kerkûkê, civîneke nihênî di nav şandeke serbazî Amerîkî û Rakan Cibûrî de hat lidarxistin û têde behsa vegera hêzên Pêşmergên Kurdistanê ji bo parêzgeha Kerkûkê hat kirin".

Hemze got: "Ji bilî Rakan Cibûrî ti kes di civînê de amade nebû û şanda Amerîkî ji aliyê fermandeyê navendî yê hêzên Amerîka ve hatibû şandin, lê Rakan Cibûrî nekarî rasterê bersiva daxwaza şandê ji bo vegera hêzên Pêşmerge bide, heya ku wê pirsê li gel Heyder Ebadî behs neke. Lewra wî îro serdana Bexdayê kiriye.

Li gorî zanyariyên heman jêderî, biryar e îro Heyder Ebadî li gel Rakan Cibûrî bicive û helwesta xwe li ser wê daxwaza Amrîkî bide xuyakirin.

Heya niha jî ti aliyekî pêwendîdar ne li Herêma Kurdistanê û ne li Bexdayê û nejî li Amerîka ew zanyarî piştrast nekiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.