Mesrûr Barzanî li gel balyoza nû ya Avustiraliyayê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Avustiraliyayê yê li Îraqê Joanne Loundes û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê li Avustiraliyayê heval Desko jî tê de beşdar bû, giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Avustiraliyayê, pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê û prosesa hilbijartinên Îraqê hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji balyoza nû ya Avustiraliyayê re xwest û rêzdariya xwe jî ya li hember hevkarî û piştgîriyên Avustiraliyayê yên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de pêşkêş kirine diyar kir.
Derbarê prosesa siyasî, mekanîz û astengiyên berdem hilbijartinên Îraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime prosesa siyasiya Îraqê vegere ser rêya rast û lazime rêz ji daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Îraqê were girtin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de got: Cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê û hevpariya rasteqîn di ware biryar dayînê de gelek girînge.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku Kurdistan li ser bingehê bername û li ber çav derbas kirina mafên destûrî li gel hikûmeta dahatî ya îraqê tev digere ne li gel kes û takekan.
Di berdewamiya civîna han de balyoza nû ya Avustiraliyayê jî diyar kir ku welatê vê bi girîgnî li rola Kurdistanê dimêzîne û tekez li ser piştgîriya berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan di her warî de kir.
Xwe ji nû ve organîze kirin û êrîşên terorîstên DIŞIê li çend dever û bandore wan li ser rewşa ewlekarî û prosesa avedan kirina deverên rizgarkirî çend mijarên din yên vê civînê bûn ku li ser wan jî giftûgo hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin