Erdogan: Di şerê Efrînê de sedan leşekên Tirk û hevpeymanên me hatin kuştin

Erdogan li xwe mokir hat û got kuştiyên me gelekin
کوردستان TV
100%

Serokê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di axftineka xwe ya şeva bûrî de, bo kenalê NTV ya Tirkî got, di şerên girtina Efrînê de, bi sedan leşkerên Tirk û hevpeymanên wan yên leşkerê Sûriya Azad hatine kuştin, lê piraniya miriyan ji leşkerê Sûrî yê Azad bûn.

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên aligirên wê, berî 3 mehan dest bi êrîşên ser Efrîn kir bûn û operasyona ser Efrînê bi "şaxê Zeytûnê" bi nav kir bû. Nîva adara derbas bûyî piştî 2 mehan ji şer û pevçûnan artêşa Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê, karî bûn, xwe bigehînin navenda bajarê Efrîn û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ji wê herêmê der biken.

Erdogan berî niha gef kir bûn ku, ewê ber bi Rojhilatê Sûriyê ve operasyonan berdewam bike, gefên Erdogan weha hatbûn nirxandin ku ewê şer û pevçûnên pir alî li Sûriyê, kûr tir bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.