Îran: Lazime Amerîka bilez hêzên xwe ji Sûryê bikişîne

iran dibêje lazime Amerîka bilez hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe
کوردستان TV
100%

Di hevdîtinekê de li gel kenaleke Amerîkî, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku hebûna hêzên Amerîkî li Sûryê neyasayî ye û rewşa wî welatî bêtir aloz kiriye.

Cewad Zerîf got jî: "Vekişandina hêzên Amerîkî, di berjewendiya Amerîka û welatên navçeyê de ye".

Ev daxuyaniya wezîrê derve yê Îranê di demekê de ye, ku hefteya derbasbûyî, Amerîka, Frensa û Birîtanya êrîşî ser çend bingehên serbazî li Sûryê kirin û li gorî raporên malpera Debka File ya Israîlî ku taybet e bi pirsên serbazî û hewlgirî, armanca serekî ya wê êrîşê, rêgirtin li ber firehbûna hejmûna Îranê li Sûryê bû.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.