Li Fransa grava dîrokî ji ber xeteriya terorî hat valakirin

li Franseyê alarma kiriyarên terorîstî zêde bûye
کوردستان TV
100%

Grava navdar ya li Fransayê Mont-Saint-Michel ku salê 3 milyon tûrîst diçin wir hat valakirin. Tê gotin ku sedema valakirinê ihtimala êrîşeke terorî ye.

Grava Mont-Saint-Michel ku li bakurê Fransayê ye, piştê Kuleya Eyfelê duyemîn cihê herî tê ziyaretkirinê ye li Fransayê. Hat ragihandin ku grav ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Frasanyê ve bi helîkopteran hatiye tehliyekirin. Jean Marc Sabathe di derbarê buyerê de bi rojnamevanan re van agahiyan parve kir: Îro bi keştiyên turîstan kesekî şikbar hatiye gravê, hêzên ewlehiyê ji bo dîtina wî gravê valadikin.

Herwiha walî destnîşan kir ku "dema ev şexis siwarê keştiyê dibe bi dengekî bilin dibêje ‘ez ê polîsan bikujim' ji ber vê jî ev kes di demeke herî kurt de gere bê girtin."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.