Çiyayê volkanîk ê li Japonyayê piştî 250 salî cardin aktîv bû

cara dawî beriya 250 salan çalak bûye
کوردستان TV
100%

Çiyayekî volkanîk ê li başurê rojavayê Japonyayê yê ku ev 250 sal e deaktîv bû cardin aktîv bû.

Li gorî nûçeya Kyodoyê ku ew jî xwe dispêrê Ajansa Keşûhewayê Çiyayê Volkanîk ê IWO yê li herêmâ Miyazakiyê yê ku sala 1768an û vir ve deaktîv duhî cardin aktîv bû.

Çiyayê Iwoyê beşek ji çiyayên Kirishimayê ye û bilindahiya wê 300, metre ye cardin aktîv bû û ta niha heta 300 metreyî lav û xwelî pijiqand.

Ji ber perçeyên zinar û kevirên mezin, û herka volkanîk rayedaran welatî hişyar kirin. Çiyayê volkanîk piştî 7 salan bo caran duyemîn teqîneke dijawar qewimî.

Hêjayî gotinê ye ku li Japonyaya ku di çemberê agir de ye 110 volkanên aktîv hene.

Gerrîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.