Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in

Yûnanistan gefan li Tirkiyeyê dike
کوردستان TV
100%

Piştî daxuyaniyên dawî yên Tirkiyeyê derbarê giravên nakok de, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Kotzias îro îniyê hişyarî da Enqereyê û got, "em ne Iraq û Sûriye ne."

Piştî daxuyaniyên dawî yên Tirkiyeyê yê derbarê giravê de, Kotzias bi radyoya 7/24ê ya yûnanî bersiva Tirkiyeyê da û got, "birêveberiya Tirkiyeyê îdîa dike, girava Îmiyayê ya wan e ku ev tişt ne mafê wê ye."

Li gorî medyaya erebî ku nûçeya xwe dispêre radyoya 7/24ê ya yûnanî, Kotziazî hişyarî daye Tirkiyeyê û gotiye ku "welatê wî ne Sûriye û Iraq e".

Li ser pirsyarekê derbarê daxistina alaya Yûnanistanê li ser giravê de jî, wezîrî wiha got, "Saziyên dewletê û wezaret jî di nav de, berî ku tiştekî bike û gava dest bi destpêşxeriyekê di mijarekê de bike, divê li ser encamên wê bifikire".

Wezîrî diyar kir ku ala dikare were bilindkirin lê "divê mirov li ser bifikire bê kengî û çawa bike" û wiha dewam kir: "Siyaseta derveyî bi vî awayî bi rê ve naçe. Ne tiştekî rast e ku mirov van tiştan bike bêyî ku bi welatên têkilîdar re hevahengiyê bike û bi awayekî ku siyasetê wê wêran bike."

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê piştî axaftina konferansa danasîna Sîstema Hikûmeta Serokjomariyê ji rojnamevanan re gotibû: "Wek hûn jî dizanin Yûnanistan li Deryaya Egeyê car carinan tevlî fealiyetên provokasyonî dibe û demên dawî ev zêde dibin. Hinek giravên ku aîdiyeta wê ne diyar hene. Wek giravên Kardakê li hemberî van jî hinek hewldanên desteserkirine pêk tên û herî dawî jî Yûnanistanê li girava Antrofotos a Didimê ala xwe çikand."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.