Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser hilbijartina pêşdem ya Tirkiyê diyar kir ku di Rewşa Awarte de (OHAL) ewê lidarxistina hilbijartineke adil û azad zor be.
Nauert di brifînga rojane de, li ser pirsekê bi bîr xist ku li Tirkiyê nêzî du salan e Rewşa Awarte heye.
Nauert got: Di rewşa awarte de, lidarxistina hilbijartineke adil û azad ya li gor qanûnên Tirkiyê û berpirsiyên wî welatî yên navneteweyî zor e, me hay ji vê heye.
Nauert diyar kir ku ew peyvajoya hilbijartina pêşdem ya Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û da zanîn tevî ku ew dixwazin hilbijartineke adil û azad bibînin jî jiber Rewşa Awarte ketine fikaran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin