Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku ew nizanin ku di pêşeroja de sînorê Sûriyê dê wek xwe bimîne yan na.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di hevpeyvînekê ligel ajansa “Interfax” a Rûsî de di derbarê rewşa Sûriyê de axivî.
Sergey Ryabkov ragihand ku ew nizanin niha rewş li Sûriyê ber bi kû ve diçe û nizanin jî ka dê sînorê Sûriyê wek xwe bimîne yan na û got ku zehmet e ku mirov bêje ew sînor dê weke xwe bimînin.
Rûsya hevpeymanê rejîma Sûriyê ye û her tim teqeziy li ser yekgirtina Sûriyê dike lêbelê ev daxuyaniya wî berpirsê rûsî di demekê de ye ku hin aliyên opozîsyona Sûriyê qala rêkeftinên li Astanayê dikin ku Sûriye di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de tê dabeşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin