Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê Mehdî Elaq ragihand ku hikûmeta Iraqê rizamendî nîşan daye li ser wê yekê ku grûpên çekdar ên Kurdên Êzdî yên Şingalê li gel hêzên Heşda Şebî û herdu wezaretên berevanî û navxweyî têkel bike.
Mehdî Elaq di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Encûmena Wezîran a Iraqê paşmayiyên şer ên li navçeya Şingalê ji holê rakirine ji bo hêsankirina vegera awareyan û wergirtina rizamendiya standina xwebexşên Şingalê li Wezareta Navxweyî.”
Ellaq eşkere kir, ji bo wan kesên ku li ser rêya Dihuk – Bendava Mûsilê û Tileferê vedigerin cih û warên xwe destnîşankirina rêrewek û herwiha ji bo awareyên ku vegeriyane navçeyê, danînan fermanberan ji bo vegera ser karên xwe yên li saziyan û qerebûkirina Êzdiyên ku vegeriyane, vekirina ofîsek li holê ye.
Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê herwiha daxwaz kir ku Komîsyona Mafên Mirovan kareseta ku bi destê DIŞIê li ser pêkhateya Kurdên Êzdî hatiye, weke komkujiyek pesend bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin