Mesrûr Barzanî: Lazime zêdetir hevkariya pêşmerge were kirin

Mesrûr Barzanî daxwazek pêşkêşî hevpeymanan kir
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî û Fermandarê hêzên hevpeymanan civiyan.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpemanan li Îraqê General Voltar Paiet û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa dawî ya deverê,pêşde birina zêdetir ya mekanîzma hemahengiya du alî ya ji bo pêşî girtin li dubare serîhildana metirsiya terorîzmê hate nîşqaşkirin.

Di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdebûna kiriyarên terorîstî li hin deverên Sûriye, Îraq û deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê bi zingola metirsîdar wesif kir û got: Lazime dosyeya deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanî bi hemahengiya tevahiya aliyên têkildar were birêvebirin û jiber vê çendê jî lazime bilez hewl bo normal kirina rewşa wan deveran were dayîn.

Mesrûr Barzanî hewriha diyar kir ku lazime zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge weke hêzeke destûrî û çalak ya meydanî li deverê de were kirin.

Di beşeke din ya civînê de Voltar Paiet jî rola Kurdistanê di şerê dijî terorê de bi roleke bibandor bilêv kir û tekez li ser vê yekê kirk u hêzên hevpeymanan li ser  hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.