Berdevkê PKKê Serhed Varto ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku roja sêşemê di saetên sibê de, endamên PKKê li Girê Beyreqê 3 baregehên leşkerên Artêşa Tirkiyeyê kirine armanc û di encamê de jî 5 leşkerên tirk hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyeyê ev demekiye li axa Herêma Kurdistanê li hemberî endamên PKKê operasyonan pêk bîne baregehên leşkerî ava kiriye. Herwiha ev baregehên leşkerî gelek car dibin hedefên endamên PKKê. Berdevkê PKKê Serhed Varto ji Sputnikê re da zanîn ku endamên wan êrişîn baregehên leşkerî yên li herêma Barzanê kirine.
Sehed Varto diyar kir ku dê operasyonên endamên PKKê yên li dijî Artêşa Tirkiyeyê yên ku ketine nav axa Herêma Kurdistanê dewam bike. Herwiha Varto destnîşan kir ku di rojên derbasbûyî de li deverên Xakurk û Kanî Masî jî êrişên baregehên leşkerên tirk kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin