Walîtiya Enqereyê destûr neda çalakiya 1ê Gulanê ya ku sendîka û odeyên pîşeyan dixwazin li Meydana Tandoganê li dar bixin. Walîtiyê herwiha dirûşmên kurdî yên 1ê Gulanê jî bi xeter dîtin.
Li gorî zanyariyên rojnameya Birgunê ku li Tirkiyê weşanê dike rêxistinên pîşesazî sendîkageriyê; Odeya Tebîbên Enqerê, TMMOB, DISK, Sendîkya Giştî ya Kar, Egitim-Sen û Turk-Işê ji bo ku 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Meydana Tandoganê ya Enqerê çalakiyekê li dar bixin serî li Walîtiya bajêr dan lê walîtiyê destûr neda çalakiya 1ê Gulanê. Bi raya walîtiyê ger bo meşa 1ê Gulanê destûr bê dayîn, sendîkager û rêxistinên odeyên pîşeyan dê li dijî mebesta damezirandina xwe tev bigerin.
Yek jî Endamê Kômîteya Amadekar û Nûnerê Turk-Işê Halail Ibrahim Alpoglu diyar kir ku walîtiyê bi hinceta ku ‘dirûşmên hatin bijartin' û ‘metnê çapemeniyê' bo çalakitê destûr nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin