Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomara Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê kom dibin.
Her du rêber dê derbarê planên reforma Yekîtiya Ewrûpa (YE) danûstandinan bikin û yek ji mijarên sereke ya civînê dê kêşeya Sûriyê be.
Merkel da zanîn ku bi Macron re dê bo dîtina çareseriyên hevbeş bicive.
Merkel û Macron dê berê preskonferanseke hevpar li dar xînin û dûre jî dê li ser nûkirina Yekîtiya Ewrûpa (YE) ya piştî Brexitê biaxifin.
Macron di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrûpa de dabû zanîn ku li welatên yekîtîyê nijadperestî zêde dibe û dîyar kiribû ku divê YE hin reforman bike.
Merkel û Macron dê hefteya pêş bi Serokê Amerîka Donald Trump re kom bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin