Xelatên 37emîn Mihricana Filman a Stenbolê hatin belavkirin

xelat laleyeke zêrîne
کوردستان TV
100%

Di 37emîn Mihricana Filman a Stenbolê de Xelata Laleya Zêrîn a Navnetewî dan filmê bi navê “Westernê”. Di pêşbirka qada netewî de jî Laleya Zêrîn filmê Vûslat Saraçoglûyê yê bi navê “Borç” wergirt.

Xelatên 37emîn Mihricana Filman a Stenbolê li Muzexaneya Rahmî M. Koçî hatin belavkirin ku mihrican ji hêla Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSKV) ve tê çêkirin.

Xelata Laleya Zêrîn a Navneteweyî îsal filmê bi navê “Westernê” qezenc kiriye ku derhênerê filmî Valeska Grisebache. Di kategoriya Pêşbirka Filmên Netewî de jî filmê bi navê “Borç” (Deyn) ê Vûslat Saraçoglûyê stand.

Filmê bi navê “Guvercîn” (Kevok) ê Banû Savciyê Xelata Filmê Herî Baş standiye ku ji bo bîranîna derhêner û produktor Seyfî Teomanî tê dayîn.

Ji bilî xelatên Laleya Zêrîn a di kategoriya netewî û navnetewî de, di beşa Pêşbirka Netewî de ji bo 8 kategoriyan xelat hatin belavkirin.

Di merasîma xelatdayinê de xelatên kesên ku di Pêşbirka Belgefilman a Netewî, Pêşbirka Kurtefilman a Netewî, Xelata Mafên Mirovan di Sînemayê de û Xelatên Federasyona Rexnegirên Sînemayê ya Navnetewî (FIPRESCI) hatin dayin.

11 film ji bo Xelata Laleya Zêrîn di pêşbirkê de bûn

Ji bo Xelata Laleya Zêrîn a Navnetewî îsal 11 film di pêşbirkê de bûn ku ji bo bîranîna Şakir Ezcacibaşi, Serokê berê yê Lijneya Rêveberiyê yê İKSVyê û yek ji avakarên Mihricana Filman a Stenbolê tê dayin.

Derhêner João Pedro Rodrigues serokê juriya vî beşî bûye ku par xelata Laleya Zêrîn standibû. Li gel wî derhêner marcelo Martinnesi, lîstikvan Angeliki Papoulia, muzisyen Pivio û dîrekorê Mihricana Filman a Tallinnê Tiina Lokkê weke endamên juriyê kar kirine.

Xelata Taybet a Juriyan a di beşê Pêşbirka Navnetewî de filmê bi navê Cocote yê Nelson Carlo de los Santos Ariasî stand.

Hewno Bêreng xelata mansiyonê wergit

Di beşê Pêşbirka Netewî de ji bo Xelata Laleya Zêrîn 13 film ketibûn pêşbirkê. Hewno Bêreng (Xewna Bêreng) a Mehmet Alî Konarî Xelata Mansiyonê stand ku film bi Zazakî ye.

Bixwîne - Temaşevanên sînemayê “Xewna Bêreng” dît

Filmên ku xelat wergirtine wiha ne:

* Derhênerê Herî Baş: Yol Kenarı - Tayfun Pirselimoglu

* Xelata Taybet a Juriyê ya Onat Kutlarî: "Kelebekler" (Derhêner Tolga Karaçelik)

* Lîstikvana Herî Baş: Demet Evgar - Sofra Sirlari

* Lîstikvanê Herî Baş: Tolga Tekîn (Kelebekler, Tansu Biçer (Yol Kenari)

* Senaryoya Herî Baş: Sofra Sirlar - Umit Unal

* Derhênerê Dîmenê yê Herî Baş: Florent Herry - Bazdan

* Pevxistina Herî Baş: Osman Bayraktaroglu - Sofra Sirlari

* Muzîka Herî Baş: Canset Ozge Can – Guvercin

Rojda Akbayir Xelata Belgefilmê herî baş stand

Di Beşa Kurtefilmê Netewî de 12 film hatin nîşandan.

Ûmût Sûbaşiyî Xelata Kurtefilmê Herî Baş, bi filmê “Sana İnanmiyorum Ama Yerçekimi Var” stand. Harûn Dûrmûş jî bi filmê “Doğu Yakası” xelata mansiyonê wergirt.

Di Pêşbirka Belgefilmê Netewî de Rojda Akbayir bi belgefilma xwe ya bi navê “Parçalar” hêjayî xelatkirinê hat dîtin.

Xelata Mafên Mirovan ji bo “Ayaz” hat dayin

Di çarçoveya Mihricanê de Xelata Mafên Mirovan di Sînemayê de dan ji filmekî ku di Beşa “Mafên Mirovan di Sînemayê” de hat dayin. E film jî filmê bi navê Seqem bû ku derhenêrê wê Sharunas Bartas e.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.