Erdogan dema hilbijartinan eşkere kir

di 24ê hezîranê de vê hilbijartinên pêşwext werin kirin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi serokê Partiya Tevgera Neteweparêz(MHP) Devlet Bahçeliyî re civiya ku duh banga hilbijartina pêşwext kiribû. Piştî civîna Erdogan niha derbarê mijarê de axift û diyar kir ku hilbijartin dê di 24ê Hezîranê de pêk bînin.

Ew xalên naveroka gotara Erdoganin

  Berî niha jî em gelek caran bi Bahçeliyî re civiyan û em li ser geşedanên hundirîn û derveyî yên têkilîdarî welatê me de aixvîn. Me îro jî bi berfirehî gotûbêj kirin. Me derfet dît ku pêşniyara Bahçeliyî binirxînin.

  Li gel ku wiha dixuyê wek Kêşeyên cidî tine ne jî lê nexweşiyên pergala berê di her gavê de derdiekevin pêşberî me. Tercîha me ew bû ku em heta mijdara 2019an xwe bigirin. Operasyona derveyî sînorî ya li Sûriyeyê û bûyerên bi giringiya dîrokî yên li herêmê wiha kir ku nediyarî werin derbaskirin. Ji bo biryar bi awayekî xurttir werin dayîn, êdî pêwîstî çêbûye ku bi lezgînî pergala birêveberiya nû were sepandin.

 Di vê wêneyê ku welatê me hevrîşî wê bûye de, me li gel hevalan li hev kir ku bi êrênî nêzîkî pêşniyara Bahçeliyî bibin.

  Êdî bûye merc ku em hilbijartinan ji rojeva welatê xwe derxînin. Me biryar da ku hilbijartin di 24ê Hezîrana 2018an roja yekşemê de pêk bînin.

 Em demildest pêvajoya qanûnî ya têkilîdarî mijarê didin destpêkirin. Saziya Hilbijartinan a Bilind bêguman dê tavilê dest bi amadekariyan bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.