Şandeke leşkerî ya Îranê geheşt Bexdayê

vê li gel rayedarên Îraqê behsa hilbijartin û çend mijarên leşkerî bike
کوردستان TV
100%

Şandeke leşkerî ya bilind a Îranê geheşte paytexta Iraqê Bexdayê.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 18.04.2018ê wezîrê berevaniya Îranê Emîr Hatemî geheşt Bexdayê û biryare du rojan li Bexdayê bimîne.

Emîr Hatemî piştî ku geheşt Bexdayê ragehand, dervey pêşxistina hemahengiya leşkerî û ewlehiyê di navbera Bexda û Tehranê de, di civînan de li gel berpirsên bilind ên Iraqê dê gotûbêja dawî ya pêşhateyên Sûriyê û bombebaranên balefirgeha leşkerî ya Teyfur li Sûriyê dê gotûbêj bike. 

Ev serdana wezîrê berevaniya Îranê bo Bexdayê piştî heftiyek bombebarana balafirgeha leşkerî ya Teyfur li parêzgeha Humisê li Sûriyê pêkhat, ku bû sedemê kuştina hejmarek rêveberên milîs ên Îranê û piştre jî Îsraîlê bombebaran girte ser xwe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.